Hey Dilberê Lyrics & Tabs by Ciwan Haco

Hey Dilberê

guitar chords lyrics

Ciwan Haco

Album : Girtîyên AzadîyêPlayStop

Hey Dîlberê wey Dîlberê
Hey nazikê wey esmerê
Ka soz û peymana berê

Bawer nakim dem wergerê
Hey Dîlberê wey Dîlberê
Bejna zirav li ser kemberê
Rû ji ava kewserê
Gerden bi morî û cewherê
Hey Dîlberê wey Dîlberê
Tasa li ser zîv û zerê
Te nabînim li ber pencerê
Xem û kulan ji dil derê
Hey Dîlberê wey Dîlberê
Şewqa me çû, roj wê li me derê
Xelk û alem wê li me binerê

Hey Dîlberê wey Dîlberê
Şewqa me çû, roj wê li me derê
Xelk û alem wê li me binerê
Wê bêjin ew e Dîna Dîlberê

Like us on Facebook.....
-> Loading Time :0.0075 sec