Yar Merheba Lyrics & Tabs by Sivan Perwer

Yar Merheba

guitar chords lyrics

Sivan Perwer

Album : Agirî kurdish PlayStop

ez ji zûde dûrî welatim
lê kesên me, me bi tenê bernadin
wan rojana mîvanek mine gellek ezîz û hêja hat

me li hal û demên hev dipirsî
mijul bun û gilî û gazincê xwe got
yar merhaba can merhaba
ehlen we sehlen merhaba
tu bi xêr hatî bi xweşî hatî
bi ser seran ser çavan
yar merhaba, yar merhaba
bi hatina te şa bûme
sola xwe deyne were rune
lo mîvano de keremke
were li kêleka min rune
yar merhaba, yar merhaba

lo mîvano de keremke
were li kêleka min rune
yar merhaba, yar merhaba
yar tu zane ez pir dûr mame
zûde ji welat qetîyame
yek caran tê mîvanên min
lê bêgan û bê war mame
ka bêje çi heye li welat
çawa dibi kar û xebat
yar merhaba, yar merhaba
gava qal kir keser kişya
hûr hûr hêsir jı çavan meşîya
min lê nêri kûr fikirî
vîne da dil xwe ber êşiya
go heyran ger mirov bêje
derd û qul azar û êşe
zulmu zordarîyê li herder
gellek heye wek tu bêje
dijî zulmê me dest pê kir
kom û koz û civîn çêkir
ji serî ta bine welat
komale û partî bi rêkir
lê em gellek bi gazinin
em li hember hev mezinin
doza li hemberî dijmin berdan
hevdu kuştin bihev ketin
xebat têk çu em tev şikyan
hin hat girtin hinek revîyan
zarok û jin kal û pîr tev
man li ber destê dijminan
xortê hêja keçên ciwan
girtine li binê zindanan
fermane li ser serê me
tev kirne paşe be guman
çawa kesek me nabihîze
xwînxwar bi namusa me dilîze
de biqîre heval bêje
kor bibîne ker bibihîze
şerm kir û stuyê xwe xwar kir
di ber xewda hêsrê xwe pak kir
agir bi dil û canê min xist
min hiş û aqil wenda kir
min go me tev erdek ra kir
xwîdana xwe li ser reş kir
kurm û qimil tev ketine
serî û binî tev xera kir
go herdem me çare nîne
erdê rake tovê biçîne
tav û baran rengê gulan
lê zevîy xe hêşin bîne
min go jîyan têkoşîne
geh têk diçi geh pêk tîne
lê ji bo me heye armancek
xweşîya jînê pêşde bîne
bo me tev heye armancek
lê dikim nakim nabe yek
fergan lime belav buye
lê ji her serekî tê dengek
raste bi te bawer dikim
çend sale ku ez jî bang dikim
dil û ceger limin helîya
ji wan weznê şîne dikim
ji tere bêjim bê guman
sonda min bi navê kurdistan
kes nabe bimîne kole
wê rabe ev zulm û talan
ger hûn bi gel bawer dikin
ku ji bo heqê wî kar dikin
lê tiştê kû gel ji we dixwazi
tev bîra yekitêye bikin
perçe bûn û piştberî kesî xelas nake
dijmin mezine hûn biçukin
bese êdî birakûjî
bimre birakûjî bese...
bese êdi fergan li me belav bûye...

Like us on Facebook.....
-> Loading Time :0.0088 sec