Sebahul Xeyr Lyrics & Tabs by Zuber Salih

Sebahul Xeyr

guitar chords lyrics

Zuber Salih

Album : Compilation kurdistan PlayStop

Sebahu-l xeyrî xana min
Şehê şêrîn rewanê min
Tuyî rûh û rewanê min

Bibit qurban te canê min
Tealallah çi zatî tu
Çi wê şêrîn sifatî tu
Ne wek qend û nebatî tu
Yeqîn ruh û heyatî tu
Heyat û rehet a canim
Sebahu-l xeyrî ya xanim
Were bînahîya çavan
Bibînim bejn û balayê
Sebahu-l xeyrî mesta min
Letîfa cam di desta min
Humar û meyperesta min

Sebahu-l xeyrî mesta min
Letîfa cam di desta min
Humar û meyperesta min
Tu yî meqsûd û qesta min
Ji meqsûdan tû yî bes min
Bibin ber çerxê etles min
Ji xeyrî te nevêt kes min
Bi reştûzên muqewwes min
Di benda zulfê çewganim
Sebahu-l xeyrî ya xanim
Were bînahîya çavan
Bibînim bejn û balayê
Ji wê zulfê ji wê bendê
Rehabim lê ji peywendê
Sîyahçeşmê sipî zendê
Te sohtim şubhetê findê
Şubhê şem û şemal im ez
Ji ber hubba te lal im ez
De'if im wek hîlal im ez
Sifet goyîn dikalim ez
Vi bilbil ra bi efxanim
Sebahu-l xeyrî ya xanim
Were bînahîya çavan
Bibînim bejn û balayê
Were pêşber melayê xwe
Şehîd û mubtelayê xwe
Bi şefqet ke lîqayê xwe
Mela nemrit bi dayê xwe
Mesîhayê li bîmaran
Kesên geztî du reşmaran
Şehîdên şîr û mûkaran
Kirî amancê nûbaran
Li dîdara te heyranim
Sebahu-l xeyrî ya xanim
Were bînahîya çavan
Bibînim bejn û balayê.
Mela Ahmedê Cizîrî

Like us on Facebook.....
-> Loading Time :0.0090 sec